Amadetiya artêş û Heşdê Şeibî yên Iraqê ji bo opêrsiyona azadkirina Hewîcê
Bi nêzikbûna dema destpêbûna opêrasioyona azadkirina Hewîcê li başûrê rojavaya parêzgehaa Kirkûkê li bakurê Iraqê, hêzên hevpar ên artêş û Heşdê Şeibî amadetiya xwe ji bo vê opêrasiyonê ragihandin.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya têlêvîziyona Al Alamê, berpirsên Hevîcê li parêzgeha Kirkûkê bi gotiona vê yekê ku qeyrana mirovî li Hewîcê gihîştiye asta xwe ya herî jorîn, li ser pêwîstiya lezandinê ji bo destpêkirina opêrasiyona azadkirina vê nacvçeyê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê pêgirî kir.
Li vî halî, Ebû Riza El Necar û Seid El Yasirî femandarên bereya bakur a Heşdê Şeibî li hevdîtina digel giregirên eşîrên navçeya Hewîcê ragihandin ku li opêrsiyona azadkirina Hewîcê, kiryar û opêrasiyona hêzên iraqî û Heşdê Şeibî, wê têrorîstan matmayî bike.
Ebû Riza û Seid El Yasirî destnîşan kirin ku opêrasiyona azadkirina Hewîcê li parêzgeha Kirkûkê wekî opêrasiyona azadkirina Til Eferê dê bilez pêk were.
Hêzên iraqî niha li paş çeper û xakrîzên bereya Hewîcê cih bûne û amadetiya xwe ya tam ji bo destpêkirina opêrasiyona azadkirina hevîcê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê ragihandin.