Bicihbûna 44 eskerên brîtanyayî li navenda hewayî ya li rojavaya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270757-bicihbûna_44_eskerên_brîtanyayî_li_navenda_hewayî_ya_li_rojavaya_iraqê
Fermandeyekî pilebilind ê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê çarşemiyê şevê raghand: 44 eskerên brîtanyayî yên karzanê operasyona pûçkirina maynan li navenda Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê bicih bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2017 04:33 Asia/Tehran
  • Bicihbûna 44 eskerên brîtanyayî li navenda hewayî ya li rojavaya Iraqê

Fermandeyekî pilebilind ê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê çarşemiyê şevê raghand: 44 eskerên brîtanyayî yên karzanê operasyona pûçkirina maynan li navenda Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê bicih bûne.

 Anadolûnewsa Tirkiyê raghand ku şêx Qeterî El-Ubeydî li vê barê got: Eskerên hanê yên  gurdana  endazyariyê ya artêşa seltenetiyê ya Brîtanyayê ne ku derbasî navenda  hewayî ya  Eyn Esedê li taxa  Bexdadî li 90 km rojava bajarê Remadiyê navenda  parêzgeha Enbarê bûne. Wî rayedarê Heşda Şebî her wiha got: eskerên  brîtanyayî bi balefira  eskerî ji Emana paytexta  Urdinê derbasî Iraqê bûne Ubeydî bêyî ku  hûrgiliyan bixe rojevê got ku kesên hanê li warê pûçkirin mayn û teqemeniyan pisporiya wan heye û pir muhtemel e li operasyona azadkirina  abjarê Ene , Rawe û Qaimê beşdariyê bikin.Wezareta berevaniyê û rayedarên Brîtanyayê heya niha li bara vê meselê bertek nîşan nedane