Bicihbûna 44 eskerên brîtanyayî li navenda hewayî ya li rojavaya Iraqê
Fermandeyekî pilebilind ê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê çarşemiyê şevê raghand: 44 eskerên brîtanyayî yên karzanê operasyona pûçkirina maynan li navenda Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê bicih bûne.
Anadolûnewsa Tirkiyê raghand ku şêx Qeterî El-Ubeydî li vê barê got: Eskerên hanê yên gurdana endazyariyê ya artêşa seltenetiyê ya Brîtanyayê ne ku derbasî navenda hewayî ya Eyn Esedê li taxa Bexdadî li 90 km rojava bajarê Remadiyê navenda parêzgeha Enbarê bûne. Wî rayedarê Heşda Şebî her wiha got: eskerên brîtanyayî bi balefira eskerî ji Emana paytexta Urdinê derbasî Iraqê bûne Ubeydî bêyî ku hûrgiliyan bixe rojevê got ku kesên hanê li warê pûçkirin mayn û teqemeniyan pisporiya wan heye û pir muhtemel e li operasyona azadkirina abjarê Ene , Rawe û Qaimê beşdariyê bikin.Wezareta berevaniyê û rayedarên Brîtanyayê heya niha li bara vê meselê bertek nîşan nedane