Heyder Ebadî lidarxistina giştpirsiya Herêma Kurdistana Iarqê berûvajiya qanûan bingehîn e
Serokwezîrê Iraqê cardinê tekez kir ku lidarxistina giştpirsiyê li Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî ye.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya televîzyona El-Meyadînê ya Lubnanê, Heyder Ebadî bal kişand ser vê yekê ku giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê bêyî gihêştina bi encameke durust, xapandina xelkê ye û got: Cihanîna yekalî ya vê planê li Kurdistanê, welêt ber bi pêşerojeke nediyar dikşîne.
Hin partiyên Herêma Kurdisana Iraqê , 8 Hezîrana buhurî li civînekê bi beşdariya Mesûd Barzanî serokê vê navçê bi lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê li 25 Îlona 2017`an qebûl kirin. îsrara Barzanî ser lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, rastî berteka cidî ya dewleta Iraqê, komên cubicure iraqî û welatên navçê û cîhanê hatiye.
Heyder Ebadî her wiha li bara nifta berhemhatî li parêzgeha Kerkûkê li bakurê Iraqê got ku piraniya nifta hanê bi awayê nefermî tê firotin û ev parêzgeha ji derhat û qezancên wê par û pişkan nabe.
Hêzên Pêşmergên kurd ji sala 2003`an li dû paşdevekişyana hêzên iraqî bajarê Kerkûkê xistin bin kontrola xwe û Herêma Kurdistana Iraqê, nifta vê parêzgehê ku duwem parêzgeha niftzêm a Iraqê ye berhem tîne û difroşe derve.