Heyder Ebadî lidarxistina giştpirsiya Herêma Kurdistana Iarqê berûvajiya qanûan bingehîn e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270753-heyder_ebadî_lidarxistina_giştpirsiya_herêma_kurdistana_iarqê_berûvajiya_qanûan_bingehîn_e
Serokwezîrê Iraqê cardinê tekez kir ku lidarxistina giştpirsiyê li Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2017 04:30 Asia/Tehran
  • Heyder Ebadî lidarxistina giştpirsiya Herêma Kurdistana Iarqê berûvajiya qanûan bingehîn e

Serokwezîrê Iraqê cardinê tekez kir ku lidarxistina giştpirsiyê li Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî ye.

  Li gorî rapora roja çarşemiyê ya televîzyona El-Meyadînê ya Lubnanê, Heyder Ebadî bal kişand ser vê yekê ku  giştpirsiya cidabûna  Herêma Kurdistanê ji Iraqê bêyî gihêştina bi encameke durust, xapandina  xelkê ye û got: Cihanîna yekalî ya vê planê li Kurdistanê, welêt ber bi pêşerojeke  nediyar dikşîne.

 Hin  partiyên  Herêma Kurdisana Iraqê , 8 Hezîrana buhurî li civînekê bi beşdariya  Mesûd Barzanî serokê vê navçê bi lidarxistina giştpirsiya cidabûna  Herêma Kurdistanê ji Iraqê li 25 Îlona 2017`an qebûl kirin. îsrara  Barzanî ser lidarxistina giştpirsiya cidabûna  Herêma Kurdistana  Iraqê, rastî berteka cidî ya dewleta Iraqê,  komên  cubicure iraqî û welatên  navçê û cîhanê hatiye.

 Heyder Ebadî her wiha li bara  nifta berhemhatî li parêzgeha Kerkûkê li bakurê Iraqê got ku piraniya nifta hanê bi awayê nefermî tê firotin û ev parêzgeha  ji derhat û qezancên wê par û pişkan nabe.

 Hêzên Pêşmergên kurd  ji sala 2003`an li dû paşdevekişyana  hêzên iraqî  bajarê Kerkûkê xistin bin kontrola xwe û Herêma Kurdistana Iraqê, nifta vê parêzgehê ku duwem parêzgeha  niftzêm a Iraqê ye  berhem tîne û difroşe derve.