Destpêbûna paşdevekişyana DAIŞ`ê ji bajarê Hewîcê li başûrê rojavaya Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270751-destpêbûna_paşdevekişyana_daiŞ_ê_ji_bajarê_hewîcê_li_başûrê_rojavaya_kerkûkê
Fermandeyekî pilebilind ê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê çarşemiyê şevê diyar kir: Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hemî zindanên xwe yên bi nav û deng li 72 sietên buhurî vala kirin û paşdevekişyana ji Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê destpê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2017 04:30 Asia/Tehran
  • Destpêbûna paşdevekişyana DAIŞ`ê ji bajarê Hewîcê li başûrê rojavaya Kerkûkê

Fermandeyekî pilebilind ê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê çarşemiyê şevê diyar kir: Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hemî zindanên xwe yên bi nav û deng li 72 sietên buhurî vala kirin û paşdevekişyana ji Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê destpê kir.

 Li gorî rapora Someriye Newsa Iraqê, Cebar El-Memûrî li vê barê got: Grûpa DAIŞ`ê bi valakirina  navendên xwe li Hewîceyê zêde ji 100  hêsîrên  ku di zinadnên  vî bajarî  de bûn ji vê navçê derxistin û birine navçeyeke nediyar.

 DAIŞ`ê bi sedan kes ji xelkê bajarê Hewîceyê ji ber u fikr û ramanên  vê grûpa terorîstî qebûl nekirine zindanî û işkence kiriye.

 Ji aliyê din ve çavkaniyeke herêmî li parêzgeha Kerkûka Iraqê raghand: Grûpa terorîstî ya DAIŞê zêde ji 50 malbatên  xwe ku li halê revîna  ji bajarê Hewîcê bûn girtiye.

 Her wiha  Rêxitina  propagendeya şêr a Iraqê jî çarşemiyê şevê li bara kuştina 17 endamên DAIŞê li operasyona paqijkirina  El-Eyaziyê li parêzgeha  Neynewayê agahî da.