Destpêbûna paşdevekişyana DAIŞ`ê ji bajarê Hewîcê li başûrê rojavaya Kerkûkê
Fermandeyekî pilebilind ê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê çarşemiyê şevê diyar kir: Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hemî zindanên xwe yên bi nav û deng li 72 sietên buhurî vala kirin û paşdevekişyana ji Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê destpê kir.
Li gorî rapora Someriye Newsa Iraqê, Cebar El-Memûrî li vê barê got: Grûpa DAIŞ`ê bi valakirina navendên xwe li Hewîceyê zêde ji 100 hêsîrên ku di zinadnên vî bajarî de bûn ji vê navçê derxistin û birine navçeyeke nediyar.
DAIŞ`ê bi sedan kes ji xelkê bajarê Hewîceyê ji ber u fikr û ramanên vê grûpa terorîstî qebûl nekirine zindanî û işkence kiriye.
Ji aliyê din ve çavkaniyeke herêmî li parêzgeha Kerkûka Iraqê raghand: Grûpa terorîstî ya DAIŞê zêde ji 50 malbatên xwe ku li halê revîna ji bajarê Hewîcê bûn girtiye.
Her wiha Rêxitina propagendeya şêr a Iraqê jî çarşemiyê şevê li bara kuştina 17 endamên DAIŞê li operasyona paqijkirina El-Eyaziyê li parêzgeha Neynewayê agahî da.