Nûrî Malikî li bara paşdexistina hilbijartinên Iraqê hişyarî da
Alîkarê serokkomarê Iraqê carek din hişyarî da ku hin alîyên siyasî ku hewl didin hilbijatinên parlemanê paşde bixin, li dû darbeya siyasî ne.
Li gorî rapora duh çarşemiyê ya Fars News`ê, û ji zarê rojnama El-Erebî El-Cedîdê, Nûrî Malikî, alîkarê serokkomarê Iraqê li nava koma eşîrên parêzgeha Babilê li navenda Iraqê tekez kir ku pêvajoya siyasî ya Iraqê dê xêncî ji riya beşdarî û hevkariya piraniya iraqiyan, serê xwe negre.
Nûrî Malikî her wiha got: Avakirina dewleta piyaniyê, bi prensîpên bingehîn, riya herîbaş jibo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê ye lê hin liv û etvegr hewl didin hibijartinê betal bikin an wê paşde bixin.
Nûrî Malikî meha buhurî jî li bara hewldana hin aliyên siaysî li Iraqê jibo paşedxistina hilbijartinên parlemanî ku biryar e Adara 2018an were lidarxistinê, hişyarî dabû.
Li gorî gotina Nûrî Mlikî hilbijartinên pêşber mîna gotin û biryara dawiyê jibo pêşeroja Iraqê ye û hêzên ku parleman û dewletê pêk tînin divê hişyar bin ku nekevin dava pirsgirêkên siaysî.