Berteka rayedarên iraqî li hember kuştina misilmanên Rohîngiyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270717-berteka_rayedarên_iraqî_li_hember_kuştina_misilmanên_rohîngiyayê
Serokwezîr û serokê hevalbendiya neteweyî ya Iarqê li du daxûaniyên cuda, tevkujiya misilmanên Rohîngiyayê li parêzgeha Raxînê ya Miyanmarê şermezar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2017 13:35 Asia/Tehran
  • Berteka rayedarên iraqî li hember kuştina misilmanên Rohîngiyayê

Serokwezîr û serokê hevalbendiya neteweyî ya Iarqê li du daxûaniyên cuda, tevkujiya misilmanên Rohîngiyayê li parêzgeha Raxînê ya Miyanmarê şermezar kirin.

  Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê li nameyekê xitabî NY û Rêxistina  Hevkariya Îslamî raghand ku Tiştî ku li dijî kêmîna misilmanên Rohîngiyayê li Miyanmarê diqewime, jînosayd e û Rêxistian NY divê helwesteke tund li hember vê jînosaydê hebe.  Heyder Ebadî li vê nameyê,  Rêxsitina  Hevkariya Îslamî vexwend ku   civîneke  awarte û ser pêwîstiya  avakirina  hevalbendiya  navneteweyî jibo rizgarkirina  misilmanên  Rohîngiyayê tekez kir.

 Seyd Emar Hekîm serokê hevalbendiya  neteweyî û rêberê tevgera Hikemeya neteweyî jî li daxûyaniyekê ji saziyên  navneteweyî yên mafên mirovan û berevaniya ji mezlûman  xwestiye bila  li bara misilmnaên Rohîngiyayê berpirsiyar bin ji ber ku ev ketine ber şîdetên  pir giran.

 Li encama  êrişên  nû yên artêşa Miyanmarê ser misilmanên  Rohîngiyayê li parêzgeha Raxînê li rojava  vî welatî ku ji du hefteyan berî niha ve destpê bûye, bi dehan kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî ji tirsa canê xwe revîne Bengladişê.

 Zêde ji milyonek misilman li Miyanmarê dijîn lê dewleta vî welatî mafê welatîbûnê nade wan.