Dewama piştgirîya Îranê ji komên berxwedêr li Iraqê
Serokê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê li ser dewama piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji komên berxwedêr li Iraqê sekinî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ayetulah Mehmûd Haşimî-Şahrûdî serokê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê dema seredana baregehên koma berxwedana isalmî ya Tevgera Nocebayê li parêzgeha Selahedîn a Iraqê, qedrê hêzên berxwedana islamî yên li Iraqê bi hegera wêrekî û mêrxasîya wan girt û got: Tevgera berxwedana islamî ya Nocebayê roleke bibandor li li serketinên li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê hebûye.
Ebolhesen Beldawî berpirsê nuneratîya leşkerî ya Tevgera Nocebayê li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê jî li vê hevdîtinê qedrê Komara Islamî ya Îranê nemaze rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ji ber piştgirîya ji bereya berxwedanê girt.
Ayetulah Mehmûd Haşimî-Şahrûdî serokê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê pêncşema buhurî 31`ê Tebaxê bi armanca hevdîtin û gotûbêja digel hin rayedarên iraqî digel desteyeke pilebilind giheşte Bexdaya paytexta Iraqê.
Serokê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê heta niha bi Heyder Ebadî serokwezîr, Nûrî Malikî alîkarê serokomar, Emar Hekîm serokê Partîya Himeya Netewî û Humam Hemûdî serokê Civata Bilinda Islamî û alîkarê serokê parlimana Iraqê re hevdîtin û gotûbêj pêk anîye.