85 terorîst li Iraqê hatine kuştin
Bingehên nûçan ji Iraqê ragihandine ku li 24 saetên bihurî 85 terorîstên DAIŞ`ê li parêzgehên Enbar li rojava û Nêynewayê li bakûra vî welatî hatine kuştin.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ji zarê ajansa nûçan a Ferat`ê, Hêzên iraqî li dewama operasiyona xwe ya dijî terorîstên DAIŞ`ê li navça El-Eyaziyê li bajarê Teleferê li parêzgeha Nêynewayê herî kêm 55 terorîstan ji wan 26 xwekujan bikujin.
Gor nûçeyekî din ji Iraqê, li êrişa firokên şerî yên artêşa vî welatî ser pêgeha terorîstên DAIŞ`ê li navça El-Riyazê li rojavaya Kerkûkê serkirdeyekî terorîstan û hinek ji terorîstên dine DAIŞ`ê hatine kuştin.
Li parêzgeha Enbarê jî firokên şerî yên Iraqê pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Qaim û navça Wezrah bombebaran kirin ku di encamê da herî kêm 30 terorîst hatine kuştin.
Terorîstên DAIŞ`ê ji sala 2014 bajarê Qaimê li nîzikiya sînorê Iraqê tev Sûriyê dagîr kiriye.
Gor nûçeyekî din ji Iraqê hêzên gelanî yên vî welatî bajarên navça Ferata navîn û başûrî bi tamî ji destê terorîstan derxistine û hemû ev bajar û navçên hanê di ewlehiya tam dane.
Çavkanîyeka ewlehîyê li Iraqê jî ragihand ku artêşa Iraqê 1300 têrorîstên DAIŞ`î ku welatîyên bîyanî ne li kempa Humam Elîlê li başûra bajarê Mûsilê girtine.
Hêzên ewlehiyê hefteya buhurî, bajarê Teleferê li rojava Mûsilê ji lepên terorîstên DAIŞê azad kirin.
Eva li halekê ye ku fermandên ewlehiyê yên Iraqê gotin ku operasyona din ya hêzên vî welatî, azadkirina Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê ye.
Bajarê Hewîcê ketiye başûrê rojava parêzgeha Kerkûkê û taxên wê tim di kontrola terorîstên DAIŞê de ne.