Hevdîtina ayetulah Şahrûdî digel Seyîd Emar Hekîm
Serokê Civata Kifşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê li ser piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji têkoşîna dijî têrorîsmê û ji nû ve avakirina baajrên ji lepên DAIŞ`ê azadkirî sekinî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, ayetulah Haşimî-Şahrûdî serokê Civata Kifşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê li dewama hevdîtinên digel rayedarên iraqî, bi Seyîd Emar hekîm serokê Partîya Hikmeya Netewî ya Iraqê re hyevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Li vê hevdîtinê peywendî û meseleyên di navbera Îran û Iraqê de û alûgurên herî dawîyê yên sîyasî û ewlehîyê yên navçê hatin hilkolandin.
Li vê hevdîtinê, ayetulah Haşimî-Şahrûdî serketina hêzên çekdar ên Iraqê li hemberî DAIŞ`ê pîroz kir û li ser piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji têkoşîna dijî têrorîsmê û ji nû ve avakirina baajrên ji lepên DAIŞ`ê azadkirî sekinî.
Li vê hevdîtinê, Seyîd Emar Hekîm qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber rola mezin û berbiçav û sekinîna Têhranê li rex Bexdayê li şerê dijî DAIŞ`ê girt.
Serokê Partîya Hikmeya Netewî ya Iraqê tekez kir ku Iraq di rewşa niha de dikare cgeha xwe ya navçeyî wek pirekê jibo têkilîya di navbera alîyên ku nakokî hene de bi kar bîne ta ku aramî pêk bê û qeyran kuta bibe.
Li gorî gotina serokê Partîya Himeya Netewî ya Iraqê, serketinên Iraqê li hemberî têrorîsmê û paqijkirina deverên dagirbûyî bi destê DAIŞ`ê ser xêra navçê û cîhanê ne, ji ber ku Iraq bi nuneratîya cîhanê ket meydana şêrr.
Seyîd Emar Hekîm herwiha tekez kir, tifaqa gelê Iraqê mercê bingehîn ê istiqrar û mayindebûna li navçê ye.