Bêencamkirina êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser rojavaya Mûsilê
Çiqa heftem a hêzên Heşdi Şeibî îro karî êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser devera El Hezer li rojavaya Mûsilê pûç bikin û gellek derbên canî û madî li wan bidin.
Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê bi daxûyanîyekê, kemilandina kembera ewlehîyê li derdora sînorên rojavaya vî welatî hevgavê pêkanîna ewlehîyê li bajarên devera Firata Navîn û başûra wê piştrast kirin.
Çavkanîyeka leşkerî li Iraqê jî ragihand ku di encama êrişa hewayî ser karwanekî têrorîstên DAIŞ`ê de ku ji çola Al Qaim a nêzîkî sînorên Iraq û Sûrîyê ve ber bi bajarê Rawê ketibû rê de, 20 têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê û yên din jî revîn.
Li gorî vê raporê balafirên cengê yên Iraqê 4 têrorîstên DAIş`ê dema bicihkirina mînê li kîlomêtra 160 a cadeya navnetewî heta derbasgeha Tirîbîlê li sînorê Iraq û Urdinê kirin armanc û kuştin.
Çavkanîyeka ewlehîyê li Iraqê jî ragihand ku artêşa Iraqê 1300 têrorîstên DAIŞ`î ku welatîyên bîyanî ne li kempa Humam Elîlê li başûra bajarê Mûsilê girtine.