Yekîneyên pişkdar li opêrasyona Hewîcê tên kifşkirin
Îlon 04, 2017 10:09 Asia/Tehran
Wezîrê karên hundur ê Iraqê ragihand, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê yê yekîneyên pişkdarê opêrasyona azadkirina Hewîcê li başûra Kerkûkê li bakûra vî welatî kifş bike.
Li gorî rapora FARS NEWS`ê, Qasim El Eirecî wezîrê karên hundur ê Iraqê herwiha dîyar kir: Hêzên ewlehîyê piştî azadkirina Teleferê niha mijûlê pûçkirina wan bobman in ku DAIŞ`ê li vî şarî bi cih kirine.
Heyder Ebadî serokwezîr û fermandarê gişt hêzên çekdar ê Iraqê vê dawîyê bi daxûyanîyekê serketina tam a li hemberî DAIŞ`ê li Teleferê ragihand.
Ehmed Esedî berdevkê hêzên Heşdi Şeibî jî ragihand ku ev hêzana jibo pişkdarîya li opêrasyona azadkirina Hewîcê amade ne.