Revîna malbatên DAIŞê ji bakurê parêzgeha Selahedîna Iraqê
Hevgavê nêzîkbûna dema operasyona azadkirina Şerqatê li parêzgeha Selahedînê, li bakurê Iraqê, malbatên endamên DAIŞê bi şev ji vê navçê direvin.
Li gorî rapora Sûmeriye Newsê, çavkaniyeke xwecî li parzêgeha Selahedînê îro yekşemê got: Azadkirina tam a Teleferê derbeyeke giran li serkirde û endamên çekdra ên DAIŞê xistiye û ew neçar mane birevin.
Perava çepê ya bajarê Şerqatê ji Tîrmeha 2014an heya niha di kontrola terorîstên DAIŞê deye û niha hêzên ewlehiyê yên Iraqê xwe jibo azadkirina wê ji lepên DAIŞê amade dikin.
Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê vê dawiyê bi daxûyaniyekê serketina dawiyê ser DAIŞê li Teleferê raghand.
Di eynî edmê de Qeterî El-Ubeydî fermandê hêzên gelanî yên eşîrên taxa El-Bexdadî li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê li bara kuştina 22 endamên koma tekfîrî ya DAIŞê li encama êrişên hewayî li rojava vê parzêgehê û têkbirina heft ttrimbêlên wan a agahî da.