Pêgiriya serokwezîrê Iraqê li ser paqijkirina lezgîn a Til Eferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270581-pêgiriya_serokwezîrê_iraqê_li_ser_paqijkirina_lezgîn_a_til_eferê
Serrokwezîrê Iraqê xwest ku hewildanên ji bo paqijkirina lezgîn a bajarê nûazadbûyî yê Til Eferê li bakurê vî welatî zêde bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 03, 2017 09:18 Asia/Tehran
  • Pêgiriya serokwezîrê Iraqê li ser paqijkirina lezgîn a Til Eferê

Serrokwezîrê Iraqê xwest ku hewildanên ji bo paqijkirina lezgîn a bajarê nûazadbûyî yê Til Eferê li bakurê vî welatî zêde bibin.

Opêrasiyona azadkirina bajarê Til Eferê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê roja 20`ê Tebaxa 2017an dest pê bû û piştî hefteyekê ji destpêbûna vê opêrasiyonê, ev bajar ji bin serdestiya çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRIB News`ê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê bi daxûyaniyekê ji komxebatên endazyariyê xwest ku bajarê nûrizgarbûyî yê Til Eferê ji hebûna mayîn û davikên teqemeniyê paqij bikin.

Ebadî her wiha ji hemî hêzan xwest ku hemî hewildana xwe ji bo dabînkirina hewcetiyên bingehîn ên bajarê Til Eferê bi mebesta amadekirina rewşê bona vegeriyana awareyan bo mal û warê xwe di dema herî nêz da bi kar bînin.

Li gorî nûçeyeke din, fermandarê opêrasiyona hevpar a Iraqê, Evdilemîr Reşîd Yarellah bal kişande ser opêrasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê piştî sêsed û nozdeh rojan û got ku `Li Edebiyata vî welatî li rêya têkoşîna li hemberî têrorîstan, ti lihevkirinek digel dijmin tune û têrorîst an tên kuştin an teslîm dibin`.

Li ser esasa vê raporê, li opêrasiyona lezgîn û bihêz a azadkirina Til Eferê ziyan û xisarên zêde yên malî û çekdarî û canî li têrorîstan ketin û zêde ji du hezar têrorîst hatin kuştin, zêde ji 50 davikên teqemeniyê û 77 erebeyên bombekirî hatin jinavbirin.