Rola Amerîka û Barzanî li revîna serçeteyên DAIŞ`ê ji Til Eferê
Gordanên Hizbullaha Iraqê qala rola amerîkiyan û serokê Herêma Kurdistana Iraqê li derketin û revîna serçeteyên DAIŞ`ê ji Til Eferê kir.
Opêrasiyona azadkirina bajarê Til Eferê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê roja 20`ê Tebaxa 2017an dest pê bû û piştî hefteyekê ji destpêbûna vê opêrasiyonê, ev bajar ji bin serdestiya çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNA`yê, berdevkê Gordanên Hizbullaha Iraqê, Ceifer El Husêynî li gorî zanyariyên deqîq got: ``Serçeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li pey lihevkirina serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî, û amerîkîyan ji Til Efer û Eyaziyê bo çolistanên Nêynewayê li bakurê Iraqê hatin veguehstin``.
Li gorî vê raporê, berî destpêbûna opêrasiyona azadkirina Til Eferê çeteyên DAIŞ`ê bi 11 otobûsên ser bi Mesûd Barzanî ji Iraqê çûne aliyê Eyaziyê.
Li gorî gotina berdevkê Gordanên Hizbullaha Iraqê, hevahengiya navbera Barzanî û DAIŞ`ê li Til Eferê bi qasî şeş mehan hat şopandin û bo dewleta Bexdayê hat ragihandin.
Husêynî her wiha pirsgirêka herî mezin a iraqiyan hebûna amerîkiyan li Iraqê da zanîn.