Daxûyanîya YE li bara azadkirina bajarê Telefera Iraqê
Îlon 02, 2017 16:08 Asia/Tehran
YE li daxûyanîyekê azadkirina bajarê Teleferê li parêzgeha Nêynewayê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê, li vî welatî pîroz kir.
Li gorî rapora televîzyona Al Atecahê, YE îro bi daxûyanîyekê tevî pîrozkirina azadkirina bajarê Teleferê û parêzgeha Nêynewayê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê, ev serketina pêngaveke girîng jibo pêkanîna aştîyê li Iraqê zanî.
YE tekez kir, bi alîkarîyên insandostîyê yê piştgirîya xwe ji Iraqê jibo pêkanîna istiqrarê li vî welatî bidomîne.
Vê yêketîyê herwiha qedrê hêzên iraqî ji ber hewldan û şîyana wan jibo azadkirina deverên dagirbûyî yên vî welatî û parastina sivîlan girt.