Vekirina sê xetên hewayî yên Moskov-Kuweyt-Têhranê li Iraqê
Wezîrê tranzît û transporta Iraqê ragihand ku sê xetên esmanî yên Moskov, Kuweyt û Têhranê yê di pêşerojeke nêzîk de bên vekirinê.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Kazim Fincan Humamî wezîrê tranzît û transportê yê Iraqê îro ragihand: Piştî 13 salan, lihevkirinek di navbera şîrketên geştên navxweyî yên Iraq û Rûsyayê jibo destpêkirina geştên esmanî di navbera Moskov û bexdayê de pêk hatîye.
Humamî herwiha got: Xeteke esmanî jî yê ji balafirgeha navnetewî ya Besrê ber bi Têhranê ve jibo xizmetguzarîya bo rêwîyên ji parêzgehên başûra vî welatî jibo ku seredana Îranê bikin, bê vekirin.
Wezîrê tranzît û transportê yê Iraqê herwiha got: Xeteke esmanî jî yê ji balafirgeha navnetewî ya Besrê ber bi Kuweytê bi merema bihêzkirina peywendîyên dualî digel Kuweytê û hêsankirina seredan û tiranzîta rêwîyên her du welatan nemaze bi nêzîkbûna dema zîyaretên bi amadebûna bi milyonan kesî bê vekirinê.
Humamî li dawîyê got: Muzakireyên bi welatên curbicur re jibo vekirina xetên hewayî yên nû ji Iraqê ber bi paytextên cîhanê didomin.