Parêzgeha Nêynewayê ya Iraqê tam ewleh e
Fermandarê Sazîya Têkoşîna Dijî Têrorîsmê ya Iraqê ragihand ku ewlehîyeke tam li parêzgeha Nêynewayê hatîye dabînkirin.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, serleşker Evdilgenî Esedî îro li hevpeyvîna digel televîzyona Al Hedesê got: Şerê Teleferê ji hêla erdnigarîyê û pênaseya endamên DAIŞ`ê, şerekî dijwar û giran bû lê rûpela DAIŞ`ê li parêzgeha Nêynewayê ji wan li bajarê Teleferê hat girêdanê.
Esedî herwiha got: Hêzên iraqî têrorîstên DAIŞ`ê li deverên şarê Telferê tam dorpêç kirin û pirranîya têrorîstên hanê hatin kuştinê û tenê hejmarek kêm ji wan karîn birevin derveyî bajêr.
Fermandarê Sazîya Têkoşîna Dijî Têrorîsmê ya Iraqê têkildarî qonaxa din a opêrasyona hêzên çekdar ên Iraqê dijî DAIŞ`ê jî got: Qonaxa din a opêrasyona artêşa Iraqê ji deverên El Şerqat, Ekaşat û gundên derdora van deverana yê destpê bibe û biryara têkildarî dema destpêkirina vê oêêrasyonê jî di destê Heyder Ebadî fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê de ye.