Emar Hekîm: Bila navê Teleferê bê guhertin
Serokê Partîya Hikmeya Iraqê serketina li bajarê Teleferê li parêzgeha Nêynewayê pîroz kir û xwest ku navê vî şarî bê guhertin.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, bi dû ragihandina azadkirina tam a bajarl Teleferê bi destê hêzên çekdar ên iraqî, Emar Hekîm serokê Partîya Hikmeya Iraqê îro li peyamekê, ev şara Telzefer ango Girikê Serketinê bi nav kir û ev serketina deyndarê fitwaya dîrokî ya ayetulah Sîstanî zanî.
Emar Hekîm tekez kir, serketina hêzên çekdar ên iraqî bi fitwaya cihadê ya ayetulah Sîstanî serê xwe girt û vê fitwayê welatparêzî di canê iraqîyan de hişyar kir û ev serketina mezin bi wateya mirina DAIŞ`ê ye.
Piştî fitwaya ayetulah Sîstanî ya alîkarîya gel bo artêşa Iraqê, bi hezaran kes ser navê hêzên serferberîya Gelanî (Heşdi Şeibî) li rex hêzên ewlehîya Iraqê derbasî şerê li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê bûn û karîn li kêleka hêzên çekdar, DAIŞ`ê li deverên curbicur ên vî welatî bitewînin.
Serokê Partîya Hikmeya Iraqê herwiha got: Rêvebirîya baş a Heyder Ebadî serokwezîr û fermandarê gişt hêzên çekdar têkildarî pişkdarîya hemî komên leşkerî opêrasyona azadkirina Teleferê, roleke sereke li serketina wan li bajarê Teleferê hebû.
Opêrasyona azadkirina şarê Teleferê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê di 20`ê Tebaxa sala 2017`ê destpê bû û piştî hefteyekê bajêr ji lepê têrorîstên DAIŞ`ê hat azadkirinê û opêrasyon kuta bû.