Parlemana Iraqê lê digere dengê pêbaweriyê ji waliyê Kerkûkê bistîne
145 nunerên parlemana Iraqê bi komkirina îmzeyan li dû lêistandina dengê pêbaweriyê ji waliyê Kerkûkê ne.
Li gorî rapora roja îniyê ya û ji zarê medyayê kurdî, ev kiryara nunerên parlemana Iraqê piştî biryara nunerên parlemana Iraqê û piştî biryara yekalî ya konseya walîtiya Kerkûkê jibo beşdariya li giştpirsiya cidabûna herêma Kurdistana Iraqê bûye.
Eşwaq Caf nunera kurd a parlemana Iraqê ji fraksiyona PDK roja îniyê li gotûbêja bi medyayê kurdî îdia kir ku bi giştî nunerên şîe û sunnî daxwaza lêistanduina dengê pêbaweriyê ji waliyê Kerkûkê wajo kirine lê fraksiyonên kurdî rê nadin ev yeka biqewime.
Eşwaq Cafê îdia kir ku nunerên parlemana Iraqê li dijî waliyê Kerkûkê, kiryareke neqanûnî bûye û waliyê Kerkûkê tenê erka xwe ya qanûnî cih aniye û anbe dengê pêbaweriyê jê were istandinê.
Konseya waltiya Kerkûka Iraqê roja sêşemiyê tevî dijberiya tirkmanan û erebên rûniştiyê vê parêzgehê, dengê xwe da zêdebûna parzêgeha Kerkûkê li giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistanê ji vî welatî.
Ev kiryara ji aliyê endamên Tirkman û ereb ên parêzgeha Kerkûk, Bexda û welatên navçê hat şermezarkirin û wê weke pêngaveke hander li riya derbelêxistina li pêvajoya rawestana li ber terorîzmê li Iraqê dan zanîn.