Parlemana Iraqê lê digere dengê pêbaweriyê ji waliyê Kerkûkê bistîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270515-parlemana_iraqê_lê_digere_dengê_pêbaweriyê_ji_waliyê_kerkûkê_bistîne
145 nunerên parlemana Iraqê bi komkirina îmzeyan li dû lêistandina dengê pêbaweriyê ji waliyê Kerkûkê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2017 11:40 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê lê digere dengê pêbaweriyê ji waliyê Kerkûkê bistîne

145 nunerên parlemana Iraqê bi komkirina îmzeyan li dû lêistandina dengê pêbaweriyê ji waliyê Kerkûkê ne.

  Li gorî rapora roja îniyê ya û ji zarê medyayê kurdî, ev kiryara  nunerên parlemana  Iraqê piştî biryara  nunerên parlemana  Iraqê û piştî biryara  yekalî ya konseya walîtiya Kerkûkê jibo beşdariya  li giştpirsiya  cidabûna  herêma  Kurdistana Iraqê bûye.

Eşwaq Caf nunera kurd a parlemana  Iraqê ji fraksiyona   PDK roja îniyê li gotûbêja  bi medyayê kurdî îdia kir ku bi giştî nunerên  şîe û sunnî daxwaza lêistanduina  dengê pêbaweriyê ji waliyê Kerkûkê wajo kirine lê fraksiyonên  kurdî  rê nadin ev yeka biqewime.

Eşwaq Cafê îdia kir ku nunerên  parlemana Iraqê li dijî waliyê Kerkûkê, kiryareke neqanûnî bûye û waliyê Kerkûkê tenê erka xwe ya qanûnî cih aniye û anbe  dengê pêbaweriyê jê were istandinê.

 Konseya  waltiya Kerkûka Iraqê roja sêşemiyê tevî dijberiya tirkmanan û erebên rûniştiyê vê parêzgehê, dengê xwe da  zêdebûna  parzêgeha  Kerkûkê  li giştpirsiya  cidabûna  Herêma Kurdistanê ji vî welatî.

Ev kiryara ji aliyê endamên  Tirkman û ereb ên parêzgeha  Kerkûk, Bexda û welatên  navçê hat şermezarkirin û wê weke pêngaveke  hander li riya  derbelêxistina li pêvajoya rawestana li ber terorîzmê li Iraqê dan zanîn.