Haşimî-Şahrûdî: DAIŞ darê destê Amerîkayê jibo kontrolkirina hişyarîya islamî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270508-haşimî_Şahrûdî_daiŞ_darê_destê_amerîkayê_jibo_kontrolkirina_hişyarîya_islamî_ye
Serokê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê, koma têrorîst a DAIŞ`ê darê destê Amerîkayê jibo kontrolkirina tevgera kûr a hişyarîya islamî û perçekirina cîhana islamê zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2017 08:26 Asia/Tehran
  • Haşimî-Şahrûdî: DAIŞ darê destê Amerîkayê jibo kontrolkirina hişyarîya islamî ye

Serokê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê, koma têrorîst a DAIŞ`ê darê destê Amerîkayê jibo kontrolkirina tevgera kûr a hişyarîya islamî û perçekirina cîhana islamê zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ayetulah Mehmûd Haşimî-Şahrûdî serokê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê şeva buhurî li hevdîtina digel Nûrî Malikî alîkarê serokomarê Iraqê li bajarê Bexdayê, idiaya Amerîkayê ya sekinîna li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê derew zanî û li ser hişyarbûn û hevgirtina miletên misilman sekinî.

Ayetulah Haşimî-Şahrûdî herwiha got: Çav li rê ye dewletên islamî li hemberî komên tekfîrî û komployên Amerîkayê ji wan fitnekarîyên tayfeyî, qewmî, firqeyî û nakokîyên mezhebî bisekinin.

Nûrî Malikî alîkarê serokomarê Iraqê jî qedrê Îranê ber xatirê rola kêrhatî ya li alûgurên sîyasî û aborî yên Îranê girt û hêvî kir: Seredana desteya îranî bo Bexdayê bibe sedema qahîmkirina peywendîyên istiratêjîk ên Îran û Iraqê.

Nûrî Malikî herwiha serketinên vê dawîyê yên artêş û gelê Iraqê li şerê dijî têrorîsmê deyndarê rola kêrhatî ya alimên dînî li seferberîya gelanî, hevgirtina qatên curbicur ên gel û hevrêtîya dost û hevpeymanên istiratêjîk ên gelê Iraqê nemaze Komara Islamî ya Îranê zanîn.

ayetulah Mehmûd Haşimî-Şahrûdî serokê Civata Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê duh bi merema hevdîtin û gotûbêja digel hin rayedarên iraqî digel desteyeke pilebilind giheşte Bexdaya paytexta Iraqê.