Poşmanbûna Konseya Herêmî ya Qertepeya Dîyalê ji lidarxistina giştpirsîyê
Serokê Konseya Herêmî ya nahîya Qeretepe ser bi parêzgeha Dîyaleya Iraqê ragihand: Ev konseya ji biryara xwe ya lidarxistina giçtpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê li vê nahîyê poşman bûye.
Rehîm Ezîz Elkîcî serokê Konseya Herêmî ya nahîya Qeretepeyê ser bi parêzgeha Dîyaleya Iraqê li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a Al Gad Press`ê got: Ev nahîyeya yek ji deverên nakokbar di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, lewma vê konseyê bi raberkirina daxwazeke fermî bo rêvebirîya Qeretepeyê xwestîye ku ji lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê vekişe.
Li gorî gotina Elkîcî, Konseya Herêmî ya nahîya Qeretepê bi dû nerazîbûna pirranîya welatîyên vê nahîyê li hemberî lidarxistina giştpirsîya devera Kurdistanê li Qeretepê, biryara xwe ya berê guhertîye.
Hadî Amirî sêkrêtêrê giştî yê Sazîya Bedir a Iraqê jî got: Giçtpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ser xêra gelê kurd nîne.
Biryara pirranîya partîyên Herêma Kurdistana Iraqê jibo lidarxistina giştpirsîya cidabûna vê herêmê tûşî neyarîyên berfire di asta Iraq, navçê û cîhanê de bûye lê Mesûd Bazranî serokê Herêma Kurdistana Iraqê israrê dike ku ew giştpirsî di 25`ê Îlonê de bê lidarxistin.