Bereya Turkmanî ya Iraqê: Biryara lidarxistina giştpirsîyê li Kerkûkê neqanûnî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270504-bereya_turkmanî_ya_iraqê_biryara_lidarxistina_giştpirsîyê_li_kerkûkê_neqanûnî_ye
Serokê Bereya Tirkmanî ya Iraqê biryara vê dawîyê ya Konseya Parêzgeha Kerkûkê di warê lidarxistina giçtpirsîya cidabûna Herêma Kuridstanê li vê parêzgehê de, neqanûnî zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2017 07:02 Asia/Tehran
  • Bereya Turkmanî ya Iraqê: Biryara lidarxistina giştpirsîyê li Kerkûkê neqanûnî ye

Serokê Bereya Tirkmanî ya Iraqê biryara vê dawîyê ya Konseya Parêzgeha Kerkûkê di warê lidarxistina giçtpirsîya cidabûna Herêma Kuridstanê li vê parêzgehê de, neqanûnî zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mewzîn News`ê, Erşed Salihî serokê Bereya Turkmanî ya Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand: Rizamendîya Konseya Parêzgeha Kerkûkê li bara pişkdarîya niştecihên vê parêzgehê digel sê parêzgehên Dihok, Hewlêr û Silêmanîyê li giçtpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî û cureke dagirkerîya nû ye.

Hesen Salim serokê Fraksyona Sadêqûn ser bi Tevgera Esaib Ehli Heq li parlimana Iraqê jî li hevpeyvîna digel malpera nûçan a Bexdad Al Yewmê li bara armancên zêdexwazîyê yên Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî da û got: Her cure destdirêjîya wî ser bihosteke axa parêzgeha Kerkûkê yê tûşî berteka giran a hêzên Heşdi Şeibî û piştgirên wan bibe.

Kerkûk yek ji deverên herî girîng ên kêşedar di navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî da ye ku di bin kontrola rasterast a dewleta navendî da ye.

Herêma Kuridstana Iraqê biryar daye di 25`ê Îlonê de giçtpirsîya cidabûna ji Iraqê li dar bixe, ev biryara pêrgî berteka tund a dewleta Iraqê, komên curbicur ên iraqî û welatên navçê û cîhanê bûye.