Kuştina 94 endamên DAIŞ`ê li Enbarê
Li encama êrişa hewayî ya artêşa Iraqê bo navendên kombûna endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li navça El-Qaimê ya parêzgeha Enbarê bû sedema kuştina 94 terorîstan ji wan yek ji nêzîkên Ebûbekir Bexdadî serkirdeyê vê komê.
Li gorî rapora IRNA`yê, balefirên cengê yên artêşa Iraqê li encama vê êrişê, meqera sereke ya endamên DAIŞê têk birin.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê li sala 2014`an bi piştgiriyên aborî û eskerî yên Emerîkayê û hevpeymanên rojava û erebî yên vî welatî ji wan Erebistan û Tirkiyê bi êrişa ser Iraqê, hin beşên berfireh ji navçên bakur û rojava vî welatî dagir kirin û gelek cinayet li vir kirin.
Ji Hîngê ve heya niha artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên besîca gelanî ya vî welatî û alîkariya misteşarî ya Komara Îslamî ya Îranê, piraniya van navçana ji lepên endamên DAIŞ`ê azad kir û di pratîkê de karê vê komê li Iraqê kuta bûye.