Peydakirina zindana jinan li Teleferê, li bakurê Iraqê
Hêzên iraqî li bara peydakirina zindana jinan a koma terorîstî ya DAIŞê li bajarê Teleferê agahî dan.
Li gorî rapora IRIB Newsê, hêzên polîsê navnedî û Heşda Şebî yên Iraqê roja çarşemiyê di dewama operasyona geriyana taxên bajarê Teleferê jibo tomarkirina cinayetên hovane yên terorîstan, zîndaneke taybetî xweyîkirina jinan li taxa El-Sedê li rojava Teleferê peyda kirin.
Di vê zindanê de ku bi dûrbînan ji aliyê grûpa terorîstî ya DAIŞê ve kontrol dibû û wer tê xûyanê ku yek ji zindanên navendî yên vê koma tekfîr be, hin hol têde hene ku weke işkencegeh hatine bikar anîn.
Li gorî vê raporê, DAIŞê agir berdane belgeyên xwe li vî cihî da ku tu şûnek ji wananemîne lê nakeriye hemî belgeyên kirêtiya kiryarên xwe ji nav bibe.
Operasyona azadkirina Teleferê, 20 Tebaxa 2017an destpê bû û li vê operasyonê, navçên sereke yên vî bajarî tam hatine azadkirin û Telefer ketiye kontrola hêzên iraqî.