Dewama serketina hêzên iraqî li hemberî DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270440-dewama_serketina_hêzên_iraqî_li_hemberî_daiŞ_ê
Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê qala kuştina Waliyê DAIŞ`ê li navçeya Eyaziyê li bakurê rojavaya bajarê Teleferê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 30, 2017 14:09 Asia/Tehran
  • Dewama serketina hêzên iraqî li hemberî DAIŞ`ê

Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê qala kuştina Waliyê DAIŞ`ê li navçeya Eyaziyê li bakurê rojavaya bajarê Teleferê kirin.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya kanala televîziyoniya El Meyadîna Libnanê, li şer û pevçûna giran di navbera hêzên çekdar ên Iraqê û çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeya Eyaziyê, derdora 200 kes ji endamên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Serleşker Evdilemîr Reşîd Yarellah fermandarê opêrasiyona Qadimûnê bi daxûyaniyekê azadkirina gundê Qolabaşê li rojavaya Eyaziyê ji bin dagirkeriya têrorîstan ragihand.

Hêzên iraqî ji roja 20ê Tebaxê va opêrasiyona xwe ya erdî ji bo azadkirina Teleferê li parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê li ser fermana Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê dest pê kirin û di kêmtir ji 10n rojan da hemî taxên bajêr azad kirin.

Têrorîstên DAIŞ`ê piştî têkçûna li Teleferê li navçeya Eyaziyê li bakurê rojavaya vî bajarî kom bûn û pêşdaçûna hêzên iraqî ji ber hebûna gulleavêj û mayînên DAIŞ`ê hêdî pêşda diçe.

Heta niha sedî 70ê Eyaziyê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê hatiye derxistin.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, hin ajansên nûçeuyan ragihandin ku herî kêm heft kes ji çeteyên DAIŞ`ê ku hewil didan ji rêya El Îrbiyê li bakurê rojavaya Mûsilê birevin nav Sûriyê, hatin kuştin.