Ebadî: Terorîstên DAIŞ`ê tu rêçareyek xêncî mirin an teslîmbûnê tunen
Tebax 30, 2017 09:43 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Terorîstên DAIŞ`ê li nav Iraqê tu rêçareyek xêncî mirin yan teslîmbûnê li ber xwe tunen.
Li gor rapora ajansa nûçan a Sûmiriye News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li press konferansa xwe ya êvara duh sêşemê li Bexdayê destnîşan kir: Hedefa hêzên eskerî yên Iraqê tenê girtina pîşiya terorîstên DAIŞ`ê nîne belkî hedefa sereke jinavbirina tam a terorîstan e.
Serokwezîrê Iraqê ji xelkê vî welatî jî xwest li dabînkirina ewlehiya vî welatî û li şerê dijî terorîstan alîkariya dewlet û artêşa Iraqê bikin.
Ebadî li bara çawaniya vebûna derbasgeha Terîbîl li sînorê Iraqê tev Urdinê jî got ku ev derbasgeha îro çavşemê vedibe.