Hêzên iraqî gihîştin bajaroka Eyaziyê wek dawîn navenda DAIŞ`ê li Teleferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270366-hêzên_iraqî_gihîştin_bajaroka_eyaziyê_wek_dawîn_navenda_daiŞ_ê_li_teleferê
Hêzên iraqî di dawîn qonaxa opêrasiyona azadkirina şaristana Teleferê hêdî hêdî ketina nav aliyê başûr ê bajaroka Eyaziyê û çeperên DAIŞ`ê li vê derê bi giranî dane ber êrîşê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 29, 2017 12:59 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî gihîştin bajaroka Eyaziyê wek dawîn navenda DAIŞ`ê li Teleferê

Hêzên iraqî di dawîn qonaxa opêrasiyona azadkirina şaristana Teleferê hêdî hêdî ketina nav aliyê başûr ê bajaroka Eyaziyê û çeperên DAIŞ`ê li vê derê bi giranî dane ber êrîşê.

Li gorî rapopra ISNA`yê ji zarê kanala El Meyadînê, navbera van hêzan û avahiyên Eyaziyê nêzikî 100 metrî ye û şer û pevçûnên giran di navbera wan û DAIŞ`iyan li riyên başûrî yên vê bajarokê diqewimin.

Bajaroka Eyaziyê dawîn navenda DAIŞ`ê li Şaristana Teleferê ye ku ji ber hebûna hejmareke zêde ya welatiyên asayî têda, opêrasiyona azadkirina wê bi hêdî pêşva diçe. Bajarê Teleferê navenda şaristana Teleferê ku gellek ji Eyaziyê mezintir e, bi berxwedana lawaz a DAIŞ`iyan roja buhurî bi tamî hat azadkirn.

Bi pêşdaçûna hêzên iraqî zêde ji 80 çeteyên DAIŞ`ê bi revîna ji Eyaziyê xwe teslîmî hêzên Pêşmerge kirin ku li bakurê şaristana Teleferê bi cih bûne. Hêzên iraqî jî DAIŞ`î li navçeya Eyaziyê ya bajarê Teleferê dorpêç kirine û têrorîstan li nav malan xwe veşartine.

Hevdem hêzên Heşdê Şeibî gundê Qolobaşê li rojhilata şaristana Teleferê azad kirin û artêşê kontyrola rêzeçiyayên Sasanê li başûrê bajêr girtine destê xwe.

hêzên hevpar ên iraqî jî ragihandin ku Heşdê Şeibî baregeha Cund ul-Xelafeyê ya ser bi DAIŞ`ê li navenda Eyaziyê ji nav biriye.

Şakir Cewdet femandarê Polîsê Iraqê jî li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a Sputnik`ê got: ``Hêzên iraqî karistaneke madeyên kîmyayî ya DAIŞ`ê li taxa Qadisiyê li rojavaya bajarê Teleferê li parêzgeha Nêynewayê kişf kirin.

Cewdet li bara madeyên Kîmyewî yên heyî li vê karistanê got: ``Karistanên kifşbûyî ji bo çêkirina bombeyên Kolor û Amoniyakê dihatin bikaranîn``.

Fermandetiya giştî yê Hêzên Pêşmerge jî îro qala kuştina 130 DAIŞ`iyan piştî revîna ji Teleferê ber bi deverên bin kontrola kurdan kir.