Zêde ji du miliyon awareyên iraqî vegeriyan ser mal û warê xwe
Berdevkê dewleta Iraqê qala vegeriyana zêde ji du miliyon û sed hezar awareyên iraqî bo malên xwe li pey azadkirina navçeyên bin dagirkeriya DAIŞ`ê kir.
Li gorî ragihandina berbanga Sêşemiyê ya Mehr News`ê, Berdevkê dewleta Iraqê, Seid El Hedîsî her wiha li ser têkoşîna dewleta Iraqê ji bo dabînkirina hewcetiyên bingehîn ên awareyan û dewamam hewildanên ji bo vegeriyana gişt awareyên iraqî bo malên xwe pêgirî kir.
Koma têrorîst a DAIŞê di sala 2014an da bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û erebî û navçeyî yên vî welatî ji wan Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa li ser Iraqê beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin ûgellek cinayet pêk anîn.
Ji wê demê û bi vir da artêşa Iraqê bi piştevaniyên hêzên seferberiya gelanî yên vî welatî û alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê pirraniya van deveran ji bin dagirkeriya DAIŞê azad kirine û di pratîkê da karê vê koma têrorîst li Iraqê bi dawî bûye.