4 keçên kurdên êzidî ji deste DAIŞê reviyan
Tebax 28, 2017 15:18 Asia/Tehran
Li nahyeya Eyaziye ya Tileferê 4 keçên kurdên êzidî ji destê DAIŞ`ê reviyan û xwe sipartin Hêzên Pêşmerge.
Hêzên ewlekariya Iraqê di çarçoveya operasyona azadkirina Tileferê de gihiştine nahyeya Eyaziye. Di dema operasyonê de hejmareke zêde xelkê sivîl û çeteyên DAIŞ`ê bi tevê malbata xwe ber bi herêmên di bin kontrola Pêşmerge ve reviyan.
Hate ragihandin ku di nava kesên xwe ji navçeyê rizgar kjirine, 4 keçên kurdên êzidî jî hene.
Li gorî haydariyên ji herêmê hatin wergirtin ew keçik xelkê gundên Koço, Tilqeseb û Tilbenat in.