Şirove - Telefer azad bû
Piştî operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê niha hêzên eskerî yên Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî operasiyona azadkirina bajarê Teleferê jî destpê kirin û ev bajara jî ji destê terorîstan derxistin.
Piştî azadiya bajarê Mûsilê li Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û herwisa azadiya Helebê li nav axa Sûriyê ji destê terorîstan, kifş e ku terorîstan li van du welatan işkestên giran xwarin û kifş e ku niha terorîst li nav Iraq û Sûriyê gelekê lawaz bûne.
Helbet azadiya bajarê Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji çend babetan da girîng e.
Ewil eva kuTelefer bajarê herî mezin li parêzgeha Nêynewayê li nav Iraqê ye ku nîzikî sînorên Tirkiyê û Sûriyê ye , ji ber ku niha terorîstên DAIŞ`ê ji aliyê mêhwera Berxwedanê li nav Sûriyê rastî işkestên giran hatine û bi caran van terorîstan ji sînorên Tirkiyê qawetên xwe yên eskerî zêde dikirine û terorîst ji sînorên Tirkiyê diketine nav axa Iraq û Sûriyê, niha ku bajarê Teleferê hatiye azadkirin, îdî peywendiyên terorîstan li nav axa Iraqê ji sînorên Tirkiyê qut bûye û alîkarî ji van sînoran nagehêjin van terorîstan./
Babeta dudyan jî ev e, her çend ku pêştir xebatên zav dihatine kirin ku li operasiyona azadkirina Teleferê , hêzên gelanî yan Heşda Şeibî pişkdariya vê operasiyonê nekin lê hêzên gelanî bi hemû hêza xwe li operasiyona azadkirina Teleferê pişkdarî kirin, kesên ku neyarê vê hizûrê bûn meselên eşîreyî û babetên şîe û sunî kiribûne mihane bona pişkdarînekirina hêzên Heşda Şeibî li vê operasiyonê. Lê Mûsil bi alîkariya hêzên eskerî yên Iraqê û palpiştiya Heşda Şeibî azad bû û tu pirsgirêkek jî çênebû, lê çaxê ku operasiyona azadkirina Teleferê destpê bû neyarî li bara pişkdariya hêzên gelanî yên Iraqê li vê operasiyonê zêde bûn ji ber ku hinekan nedixwest ku nexşa berbiçav a hêzên gelanî yên Iraqê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê pirtir bikeve ber çavan.
Amerîka û hinek ji welatên rojava pirtir li vî warî da israr dikirin lê dewleta Iraqê guh neda teblîqatên wiha û desthata pişkdariya hêzên gelanî li operasiyona azadkirina Teleferê ev bû ku kêmtir ji hefteyekê ev bajar azad bû.
Babeta sisyan jî ev e ku van rojana gelekê hatin-çûna nav Iraqê dikin û tev karbidestên vî welatî diaxivin.
Fransayê soz daye Bexdayê ku li sala 2017an qer û deyînekî 430 milyon Yoroyî bide Iraqê.
Karbidestên Amerîkayê jî herim hatin-çûna nav Iraqê dikin ta ku nexş û rola xwe li serketinên vî welatî pirtir nîşan bidin.
Niha babeta herî girîng piştî îdara Teleferê çawaniya îdara vî bajarî ye ji ber ku para pirtir a xelkê vî bajarî şîeyên Tirkeman in, birek bawer in ku pêwîst e ev bajara jî wekî hemû Iraqê di bin çavdêriya hikûmeta Iraqê îdare bibe, ku helbet pêwîst e li nav Iraqê pîşiya nêhrîna eşîreyî bê girtin.