Dewama şerê dijî terorîstan li nav Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270258-dewama_şerê_dijî_terorîstan_li_nav_iraqê
Berdevkê operasiyona hevpar a hêzên iraqî ragihand; ``Piştî kutabûna operasiyona azadkirina bajarê Teleferê ji destê terorîstan , operasiyona dijî DAIŞ`ê bona azadkirina navçên din ên bin destê terorîstan dê berdewam be``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2017 09:47 Asia/Tehran
  • Dewama şerê dijî terorîstan li nav Iraqê

Berdevkê operasiyona hevpar a hêzên iraqî ragihand; ``Piştî kutabûna operasiyona azadkirina bajarê Teleferê ji destê terorîstan , operasiyona dijî DAIŞ`ê bona azadkirina navçên din ên bin destê terorîstan dê berdewam be``.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Yehya El-Zubêyîdî berdevkê operasiyona hevpar a hêzên iraqî bal kişande ser dewama operasiyonên dijî terorîstên DAIŞ`ê li nav axa vî welatî û got: ``Xîncî navçên derûdora nîzik bi Çemê Firatê li rojavaya El-Enbarê li rojavaya Iraqê, navçên başûrî yên Kerkûkê li derûdora bajarê Hewîcê li bakûra vî welatî îdî li nav Iraqê tu navçeyeke din li destê terorîstên DAIŞ`ê da tune``.

Yehya El-Zubêyîdî bal kişande ser dewama operasiyona dijî terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Teleferê destnîşan kir: ``Li vê operasiyonê xebat tê kirin ku xelkê sivîl ê nav vî bajarî nekevine ber xeterê û zindî bimînin û herwisa xebat tê kirin ku jêravahiyên nav vî bajarî jî kavil nebin``.

Hêzên iraqî piştî ku ketine nav bajarê Teleferê alaya vî welatî li ser avahiyên vî welatî xistin û xelkê vî bajarî jî gelekê keyîfxweş bûn.