Derketina hukmê sêdaredanê ji bo muhendisê kîmyavî yê DAIŞ`ê li Iraqê
Dadgeha bilind a Iraqê hukmê sêdaredanê ji bo muhendisê kîmyavî yê DAIŞ`ê li vî welatî derxist.
Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, ebduletar Bêyreqdar berdevkê dadgeha bilind a Iraqê duh yekşemê li daxûyaniyekê ragihand: Ev muhendisê ku endamê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ye, tawana wî çêkirina madên Kîmyavî û çêkirina mûşekan û sîlahên din e û bi xwe jî îteraf kiriye ku xebatên wî çêkirina madên kîmyavî yên wekî gazên jehrî bona grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bûye.
Gor nûçeyekî din ji Iraqê; Ehmed El-Esedî Berdevkê Heşda Şeibî li gotûbêja xwe ya îro duşemê tev telivîzyona El-Meyadîn got: Hêzên iraqî hemû xebata xwe bikar digirin ta ku hemû axa welêt ji destê terorîstên DAIŞ`ê hema bi vê zûtiyê azad bikin.
Wî hegera sereke ya azadbûna bajarê Teleferê, hilweşiyana terorîstên DAIŞ`ê li nav Iraqê da zanîn.
Ehmed El-Esedî her wisa ragihand ku hegera din ku bû sebeb bajarê Teleferê bi zûtî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bibe eva bû ku hêzên pişkdar li operasiyona azadkirina vî bajarî, ji merceiyeta Iraqê, heta dewletê û hêzên gelanî û hêzên din ên eskerî hemû bi hevra bûn yek ta ku li vî bajarî derbeyeke giran li terorîstan xînin.