El-Ebadî: Işkesta DAIŞ`ê, dilgiranî ji nav birin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270200-el_ebadî_işkesta_daiŞ_ê_dilgiranî_ji_nav_birin
Serokwezîrê Iraqê got: Şerê Telefer û şikesta DAIŞê li vê navçê, dê dilgiraniyên navçeyî ji nav bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 27, 2017 13:23 Asia/Tehran
  • El-Ebadî: Işkesta DAIŞ`ê, dilgiranî ji nav birin

Serokwezîrê Iraqê got: Şerê Telefer û şikesta DAIŞê li vê navçê, dê dilgiraniyên navçeyî ji nav bibe.

 Li gorî rapora televîzyona El-Iraqiyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja yekşemiyê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev  Bohosa Sobotka hevtayê xwe ji komara Çêkê got: Hewdengiyeke  zêde navbera hemî hêzên çekdar ên Iraqê ji wan artêş, polîs, hêzên rawestana  li ber terorîzmê û Heşda Şebî li şerê li hember terorîstan hebû û ev hewahengiya  bû sedem ku ew  li piraniya  navçên Iraqê işkestê bixwen.  Heyder Ebadî bal kişand ser şerê li bajarê Teleferê li parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê û got: 3 ji çarê vî bajarî û derdora wê ji lepên DAIŞê rizgar bûye.

El-Ebadî bal kişand ser du teqînên  îro yên trimbêlên bombekirî li Bexdayê û got: grûpa terorîstî ji ber vê yekê ku nikarin derkevin pêşberî hêzên çekdar li meydana cengê, bi teqandina trimbêlên bombekuirî li navçeyên  xelknişîn , êrişî ser xelkê bêguneh dikin. Li encama du teqînên  roja yekşemiyê li Bexdayê, 6 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

 Bohoslaw Sobotka serokwezîrê komara Çêkê jî hêvî kir hevkariyên  aborî navbera du welatan berfireh bibin û got: Şîrketên  niftê yên Çêkê ji ber tecrubeyên ku li vî warî de hene li warê derxistina niftê hez dikin bi Iraqê re hevkariyê bikin.

 Serokwezîrê Iraqê her wiha îro yekşemiyê li merasima  destpêbûnê ya  yek ji mezintirîn avahiyên  ticarî li Bexday ji sermayedaner û karsazan xwest ku li Iraqê sermaya xwe bixibtînin.

 Heyder Ebadî got: Iraq li ber serketineke  din û vegeryana  jibo rewşa  xwe ya normal û xwezayî ye û li ser vê esasê ji hemî sermayedaneran  tê xwestin ku sermaya xwe li Iraqê bixebitînin.