El-Ebadî: Işkesta DAIŞ`ê, dilgiranî ji nav birin
Serokwezîrê Iraqê got: Şerê Telefer û şikesta DAIŞê li vê navçê, dê dilgiraniyên navçeyî ji nav bibe.
Li gorî rapora televîzyona El-Iraqiyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja yekşemiyê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev Bohosa Sobotka hevtayê xwe ji komara Çêkê got: Hewdengiyeke zêde navbera hemî hêzên çekdar ên Iraqê ji wan artêş, polîs, hêzên rawestana li ber terorîzmê û Heşda Şebî li şerê li hember terorîstan hebû û ev hewahengiya bû sedem ku ew li piraniya navçên Iraqê işkestê bixwen. Heyder Ebadî bal kişand ser şerê li bajarê Teleferê li parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê û got: 3 ji çarê vî bajarî û derdora wê ji lepên DAIŞê rizgar bûye.
El-Ebadî bal kişand ser du teqînên îro yên trimbêlên bombekirî li Bexdayê û got: grûpa terorîstî ji ber vê yekê ku nikarin derkevin pêşberî hêzên çekdar li meydana cengê, bi teqandina trimbêlên bombekuirî li navçeyên xelknişîn , êrişî ser xelkê bêguneh dikin. Li encama du teqînên roja yekşemiyê li Bexdayê, 6 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Bohoslaw Sobotka serokwezîrê komara Çêkê jî hêvî kir hevkariyên aborî navbera du welatan berfireh bibin û got: Şîrketên niftê yên Çêkê ji ber tecrubeyên ku li vî warî de hene li warê derxistina niftê hez dikin bi Iraqê re hevkariyê bikin.
Serokwezîrê Iraqê her wiha îro yekşemiyê li merasima destpêbûnê ya yek ji mezintirîn avahiyên ticarî li Bexday ji sermayedaner û karsazan xwest ku li Iraqê sermaya xwe bixibtînin.
Heyder Ebadî got: Iraq li ber serketineke din û vegeryana jibo rewşa xwe ya normal û xwezayî ye û li ser vê esasê ji hemî sermayedaneran tê xwestin ku sermaya xwe li Iraqê bixebitînin.