Wezareta berevaniyê ya Iraqê: Telefer tam azad bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270196-wezareta_berevaniyê_ya_iraqê_telefer_tam_azad_bû
Fermandehiya operasyona azadkirina Teleferê li bara azadiya tam a vî bajarî ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 27, 2017 12:02 Asia/Tehran
  • Wezareta berevaniyê ya Iraqê: Telefer tam azad bû

Fermandehiya operasyona azadkirina Teleferê li bara azadiya tam a vî bajarî ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê agahî da.

 Tesnîm Newsê ji zarê Firat Newsê ragihand ku hêzên ewlehiyê û hêzên gelanî yên Iraqê bajarê Teleferê li rojava  Mûsilê tam ji bin lepên  terorîstên DAIŞê azad kirin.

 Ebdulemîr Reşîd Yarellah, fermandê operasyona azadkirina  Teleferê got ku hêzên artêşê û hêzên  xwebexş ên gelanî yên vî welatî, taxa El-Eskerî, taxa El-Senae El-Şemaliye, navça El-Mearizê, derwazeya Teleferê û gundê El-Rehmeyê ji lepên terorîstên DAIŞê azad kirin û bi vî awayî hemî taxên  navenda bajarê Teleferê azad bû.

Wî pêştir gotibû tenê taxa El-Iyaziyê û gundên  derdora wê tim  di lepên DAIŞ`ê de ye û hêzên  artêşa Iraqê niha li halê pêşdeçûna  ber bi El-Iyaziyê ne.

Operasyona azadkirina  Teleferê, siba yekşemiyê, heftiya buhurî bi beşdariya  hemî yekînên  ewlehiay Iraqê û hêzên xwebexş ên  gelanî yên vî welatî destpê bû û hêzên iraqî ji hîngê heya niha bi dehan gund û navçe ji lepên terorîstên  DAIŞê azad kirin.

 Bajarê Teleferê ku ji sala 2014`an  di bin lepê grûpa terorîstî ya DAIŞê de ye, 65 km  ji navenda  Mûsilê dûr e. Telefer yek ji navendên giring ên hêzên DAIŞê li Iraqê piştî derketina  wan ji Mûsilê ye.

 Telefer riyek e jibo derbasbûna terorîstan ji Sûriyê bo Mûsilê û ji vê riyê hemî alîkariyên locêstîk bo DAIŞê tên şandin.