Sedî 90ê bajarê Teleferê hat azadkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270132-sedî_90ê_bajarê_teleferê_hat_azadkirin
Berpirsekî pilebilind ê Iraqê ragihand ku sedî 90`ê bajarê Teleferê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê hêzên iraqî va hatiye azadkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 26, 2017 14:16 Asia/Tehran
  • Sedî 90ê bajarê Teleferê hat azadkirin

Berpirsekî pilebilind ê Iraqê ragihand ku sedî 90`ê bajarê Teleferê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê hêzên iraqî va hatiye azadkirin.

Serokê Komîteya Ewlehî û Berevaniyê li parlemana Iraqê, Hakim El Zamilî got ku hêzên çekdar ên Iraqê sedî 90`ê bajarê Teleferê wek dawîn navenda mezin a koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê azad kriin.

Serokê Komîteya Ewlehî û Berevaniyê li parlemanan Iraqê her wiha got ku hêzên çekdar ên Iraqê hêdî hêdî nêzikî azadkirina tam a bajarê Teleferê dibin û di saetên pêşerojê wê bajarê Teleferê bi giştî bê azadkirin.

Wî got ku hêzên iraqî nêzikî sedî 90`ê bajarê Teleferê azad kirin û berbend û astengiyên berevaniyê yên terorîstên DAIŞ`ê bi hêsanî li hemberî hêzên Iraqê ji hev bela bûn û hetin rûxandin.

Li gorî nûçeyeke din, hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê li operasiyona azadkirina Teleferê zîndaneke mezin dîtin ku 18 meyt têda bûn.

Yekîneya propagandaya Heşda Şebî roja şemiyê bi dayîna Daxûyaniyekê ragiahnd ku hêzên yekîneya endazyariyê ya tîpa şeşem a Heşdê Şebî dema azadkirina Hey El Sedê zîndaneke mezin a DAIŞ`iyan dîtin.

Li vê zîndanê ku 800 metrî dûrî navenda Teleferê ye, 18 meyt ji zîndaniyên DAIŞ`ê hatin dîtin.

Berdevkê fermî yê operasiyona ``Qadimûn Ya Teleferê``ê jî qala azadkirna sê gundên din li bakurê şaristana Teleferê kir.

Sergord Yehya Resûl îro anku Sêşemiyê li civîna çapemeniyê li bara opêrsiyona azadkirina şaristana Til Eferê got ku hêzên ewlehiyê û hêzên Heşdê şeibî karîne ku sê gundên El Debûne, El Mezre û Ebu Mariyayê li bakurê şaristana Til Eferê rizgar bikin.