Azaedkirina navçeyên rojhilatî yên bajarê Telefera Iraqê ji destê DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270124-azaedkirina_navçeyên_rojhilatî_yên_bajarê_telefera_iraqê_ji_destê_daiŞ_ê
Hêzên artêşa Iraqê di dewama opêrasiyona azadkirina bajarê Teleferê li bakurê Iraqê, navçeya El Nêdayê li rojhilata vî bajarî ji bin dagirkeriya koma têrorîstî siyonîstî ya DAIŞ`ê azad krin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 26, 2017 12:29 Asia/Tehran
  • Azaedkirina navçeyên rojhilatî yên bajarê Telefera Iraqê ji destê DAIŞ`ê

Hêzên artêşa Iraqê di dewama opêrasiyona azadkirina bajarê Teleferê li bakurê Iraqê, navçeya El Nêdayê li rojhilata vî bajarî ji bin dagirkeriya koma têrorîstî siyonîstî ya DAIŞ`ê azad krin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, çavkaniyên ragiahndinê yên Iraqê roja Şemiyê ragiahndin ku hêzên hevpar ên Iraqê taxa El Mehlebiyê li rojhilata Teleferê jî bi tamî azad kriin û êrîşî ser taxa El Telîeyê ku çeteyên DAIŞ`ê têda ne kirin.

Hêzên ser bi Heşdê şeibî jî destnîşan kirin ku ala Iraqê bi beşdariya hêzên leşkera 15`ê ya artêşa Iraqê li navenda Teleferê hatiye bilidnkirin û hêzên iraqî hêvîdar in ku opêrasiyona azadkirina vî bajarî zûtir ji bajarê Mûsilê bi dawî bê.

Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê tevî keşfkirin û pûçkirina hejmareke erebeyên bombekirî li taxên azadbûyî yên bajarê Teleferê, hejmareke zêde ya bombeyên danandî li nav malan û kêleka rêyan pûç kirin.

Li vî halî rayedarekî ewlehiyê li parêzgeha Enbara Iraqê qala kuştin û birtîndarbûna pênc zarokên iraqî ji ber teqîna bombeke bicihmayî ji têrorîstên koma tekfîrî siyonîstî ya DAIŞ`ê li rojhilata bajarê Felûceya parêzgeha Enbara Iraqê kir.

Teqîneke din jî li bajarê Hîtê li parêzgeha rojavayî ya Enbarê qewimî ku ji ber wê çar kes ji hêzên polîsê Iraqê birîndar bûn.