Til Efer hema bêje bi tamî hat azadkirin
Serokwezîrê Iraqê heta çend sietên din azadkirna bajarê Til Eferê wek dawîn navenda têrorîstên tekfîrî li parêzgeha Nêynewaya Iraqê wê ragihîne.
Li gorî rapora IRIB News`ê ji Til Eferê, fermandetiya polîsê lezbertek ê Iraqê ragihand: ``Til Eferê hema azad bûye``.
Li ser esasa vê raporê, serokwezîrê Iraqê renge çend sietên din azadkirna bajarê Til Eferê wek dawîn navenda têrorîstên tekfîrî li parêzgeha Nêynewaya Iraqê wê ragihîne.
Çend deyqeyan berî viya jî kanala têlêvîziyoniya iraqî ya El Êtcahê ji zarê nûçegihanê xwe li Bereya Til Eferê ragiahnd: ``Hêêzn polîsê navendî û hêzên lezbertek û hêêzn seferberiya gelanî, taxên El Qadisiya Duyem û El Rebîyê li bajarê Til Eferê ji bni dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Li ser esasa raporên belavbûyî, tevî hebûna hin nûçeyan ji aliyê rayedarên leşkerî yên Iraqê li bara azadkirina Til Eferê, hîn çend taxên vî bajarî bi tamî nehatine azadkirin û opêrasiyona artêş û hêzên gelanî yên Iraqê hema wisa didome.