Ebadî gihêşte Teleferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270112-ebadî_gihêşte_teleferê
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û qumandê giştî yê hêzên çekdar ên vî welatî îro şemiyê seredana Teleferê li bakûra vî welatî kir û heta çend saetên din dê azadbûna vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragehîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 26, 2017 11:47 Asia/Tehran
  • Ebadî gihêşte Teleferê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û qumandê giştî yê hêzên çekdar ên vî welatî îro şemiyê seredana Teleferê li bakûra vî welatî kir û heta çend saetên din dê azadbûna vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragehîne.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Hêzên ewlehiya Iraqê xwe amade dikin ta ku azadiya tam a Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragehînin û hema ji bo vê yekê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê seredana vî bajarî kiriye.

Telivîzyona El-Iticah jî ragihand: Hêzên ewlehiya Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî karîn hemû navçên nav bajarê Teleferê xîncî navçeyên biçûke navenda vî bajarî ji destî terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Falih El-Feyaz mişêwirê ewlehiya netewî ya Ebû Muhendis qumandê hêzên gelanî yên Iraqê û serleşker Ebdulemîr Yarellah ji qumandên leîkerî yên Iraqê jî hevrê digel Ebadî serokwezîrê Iraqê gihêştine Teleferê ta ku azadiya vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragehînin.

Bingehên eskerî û hêzên gelanî yên Iraqê jî ragihandin piraniya navçên nav bajarê Teleferê ji wan navça El-Selam ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Hêzên gelanî yên Iraqê îro şemiyê karîn zîndaneke mezin a grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku 18 meyt têda bûn kifş bikin.

Herwisa hatiye rahgihandin hêzên gelanî yên Iraqê navça El-Sed li bakura rojavaya Teleferê jî ji detê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.