Wezîrê karên derve yê Fransayê: Gelê Sûriyê li bara Bişar Esed biryarê dide
Wezîrê karên derve yê Fransayê destnîşan kir: ``Mijara sereke ya Parîsê li Sûriyê şerê dijî têrorîsmê ye û Fransayê tu pêşmercek li bara pêşeroja siyasî ya Bişar Esedê serokoamrê Sûriyê tune``.
Li gorî rapora Mehr News`ê, Wezîrê karên derve yê Fransayê, Jan Îyo Lodêriyan roja Şemiyê li civîna hevpar a çapemeniyê digel Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li Bexadyê got: ``Parîs pişta biryara sûriyan bi xwe li bara Bişar Esed digire``.
Lodêriyan got: ``Mijara sereke ya Fransayê li Iraqê jî şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê ye û tevî serketina hêzên çekdar ên Iraqê li şerê dijî DAIŞ`ê, têkoşîna li hemberî vê koma têrorîst hema wisa didome``.
Wezîrê karên derve yê Fransayê her wiha got: ``Iraq di rewşa niha da di rewşa şêrr da ye; Lê diakre bi têkoşîna hêzên xwe yên çekdar vê rewşê derbas bike``.
Wezîrê berevaniyê yê Fransayê, Florans Parlî jî ku beşdarî vê civîna çapemeniyê bûbû, got: ``Amadebûna Fransayê li Sûriyê li çarçova têkoşîna li hemberî têrorîsmê ye û Parîs ji her pêngava ji bo berfirehkirina navçeyên kêmkirina klêşeyan û agirbesa li Sûriyê piştgiriyê dike``.
Wezîrê karên derve yê Iraqê, Ibrahîm Ceferî jî got: ``Heta niha sedî 70`ê bajarê Til Eferê li bakurê Iraqê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê hatiye derxistin``.
Wezîrê karên derve yê Fransayê û wezîrê berevaniyê yê vî welatî ji bo hilkolandina mijarên têkildarî Iraqê û guhertinên Rojhilata Navînê bi taybet Sûriyê sibeha roja Şemiyê gihîştin Bexdayê.