Li Iraqê di du gorên komî de termên 500 zindaniyan hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270082-li_iraqê_di_du_gorên_komî_de_termên_500_zindaniyan_hatin_dîtin
Hat ragihandin ku îro 25ê Tebaxê di encama vekolandina du gorên komî li Rojavayê bajarê Mûsilê de, termên 500 zindaniyên Badoşê hatine dîtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2017 14:58 Asia/Tehran
  • Li Iraqê di du gorên komî de termên 500 zindaniyan hatin dîtin

Hat ragihandin ku îro 25ê Tebaxê di encama vekolandina du gorên komî li Rojavayê bajarê Mûsilê de, termên 500 zindaniyên Badoşê hatine dîtin.

Nivîsgeha Medyaya Şer a Wezareta Berevaniya Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, tîmên asayîşê li Rojavayê Mûsilê bi ser du gorên komî ve bûne ku tê de 500 termên zindaniyên Badoşê hebûn ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di nav gorekê de 30 term hebûn û di ya din de jî 470 termên zindaniyên Badoşê hatibûn spartin.