DAIŞ`ê 8 sivîlên iraqî ji wan zarokekî şîrxwar zindî zindî şewitandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270080-daiŞ_ê_8_sivîlên_iraqî_ji_wan_zarokekî_şîrxwar_zindî_zindî_şewitandin
Grûpa terorîstî-tekfîrî ya DAIŞ`ê 8 kesên sivîl ji wan zarokekî şîrxwar li parêzgeha Kerkûkê zindî zindî şewitandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2017 14:50 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê 8 sivîlên iraqî ji wan zarokekî şîrxwar zindî zindî şewitandin

Grûpa terorîstî-tekfîrî ya DAIŞ`ê 8 kesên sivîl ji wan zarokekî şîrxwar li parêzgeha Kerkûkê zindî zindî şewitandin.

Li gor rapora ajansa Sûmiriye News`ê, Terorîstên DAIŞ`ê ku hema hîn jî li nav Iraqê dewamê didine cinayetên xwe dîsa 8 kesên sivîl ji wan zarokekî şîrxwar li parêzgeha Kerkûkê  zindî zindî şewitand.

Bingehên iraqî ragihandin ku terorîstan zarokekî şîrxwar û dê û bavên wî jî şewitandin.

Van welatiyên iraqî dixwestin ji bajarê Hewîcê ber bi bajarê El-îlme parêzgeha Selahedînê birevin ku terorîstên DAIŞ`ê ewna girtin û şewitandin.

Terorîstan ewna kirine qefesên hesinî û nift rijandine ser wan û paşê jî ewna şewitandin.

Gor nûçeyekî din ji nav Iraqê, li bajarê Daqûqê li başûra Kerkûkê jî di navbera terorîstên DAIŞ`ê û hêzên Pêşmerge yên herêma Kurdistana Iraqê şer û pevçûn derket.

Ferhad Nezar berpirsekî hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê ji mêhwera gundê Elbû-Muhemed li derûdora Daqûqê li 35 kîlomitriya başûra Kerkûkê êrişî ser hêzên pêşmerge kirin.

Bingehên xwecî ragihandin ku hêzên pêşmerge lkarîn vê êrişa terorîstan têkbişkênin .