DAIŞ`ê 8 sivîlên iraqî ji wan zarokekî şîrxwar zindî zindî şewitandin
Grûpa terorîstî-tekfîrî ya DAIŞ`ê 8 kesên sivîl ji wan zarokekî şîrxwar li parêzgeha Kerkûkê zindî zindî şewitandin.
Li gor rapora ajansa Sûmiriye News`ê, Terorîstên DAIŞ`ê ku hema hîn jî li nav Iraqê dewamê didine cinayetên xwe dîsa 8 kesên sivîl ji wan zarokekî şîrxwar li parêzgeha Kerkûkê zindî zindî şewitand.
Bingehên iraqî ragihandin ku terorîstan zarokekî şîrxwar û dê û bavên wî jî şewitandin.
Van welatiyên iraqî dixwestin ji bajarê Hewîcê ber bi bajarê El-îlme parêzgeha Selahedînê birevin ku terorîstên DAIŞ`ê ewna girtin û şewitandin.
Terorîstan ewna kirine qefesên hesinî û nift rijandine ser wan û paşê jî ewna şewitandin.
Gor nûçeyekî din ji nav Iraqê, li bajarê Daqûqê li başûra Kerkûkê jî di navbera terorîstên DAIŞ`ê û hêzên Pêşmerge yên herêma Kurdistana Iraqê şer û pevçûn derket.
Ferhad Nezar berpirsekî hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê ji mêhwera gundê Elbû-Muhemed li derûdora Daqûqê li 35 kîlomitriya başûra Kerkûkê êrişî ser hêzên pêşmerge kirin.
Bingehên xwecî ragihandin ku hêzên pêşmerge lkarîn vê êrişa terorîstan têkbişkênin .