Dewama pêşketinên artêşa Iraqê li Teleferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i270060-dewama_pêşketinên_artêşa_iraqê_li_teleferê
Hêzên iraqî li dewama pêşketinên xwe bona derxistina terorîstên DAIŞ`ê ji nav Teleferê, karîn navça El-Muelimîn a vî bajarî jî ji destê terorîstan azad bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2017 12:55 Asia/Tehran
  • Dewama pêşketinên artêşa Iraqê li Teleferê

Hêzên iraqî li dewama pêşketinên xwe bona derxistina terorîstên DAIŞ`ê ji nav Teleferê, karîn navça El-Muelimîn a vî bajarî jî ji destê terorîstan azad bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Operasyona azadkirina Teleferê ku yek ji çeperên herî dawîyê yên têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê tê hesêb , roja yekşemiya bihurî û li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandeyê gişt yê hêzên çekdar ên Iraqê destpê bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Hêzên iraqî yên dije terorê li roja şeşane operasiyona azadkirina Teleferê îro îniyê karîn navça El-Muelimîn jî ji destê terorîstan azad bikin ku ev navça sisyane li nav vî bajarî ku tê azadkirin.

Hêzên ewlehiya Iraqê niha li derûdora sîloya Teleferê li halê şerkirina giran tev terorîstên DAIŞ`ê ne.

Hêzên Yekîneya 17 a Heşda Şeibî û leşkera 15 a artêşa Iraqê gundê Merîşe li rojavaya navça Ek-Mehlebiye li nav Teleferê kirine hedefa êrişên xwe ta ku hêzên dine iraqî bibaşî bikaribin bikevine nav vî gundî.

Bingehekî eskerî li nav Iraqê ragihand; Hêzên dije terora vî welatî karîne niha bigehêjin derwazeyên navça El-Nidai û hêzên polîsê federale Iraqê jî dêwamê didene paqijkirina navçên mayî yên El-Wehde li nav Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê.

Sertîp Xelef Elbedran qumandê hzêzên taybete polîsê federale Iraqê ji hilweşyana grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Teleferê xeber da û got: Bi vê zûtiyê terorîstên DAIŞ`ê dê li Teleferê jî rastî işkesta tam werin.

Herwisa yekîneyên hêzên eskerî yên taybete Iraqê jî ber bi navça El-Rebiye li rojavaya Teleferê li halê pêşketinê ne.

Duh pêncşemê jî hêzên iraqî bi palpiştiya hêzên gelanî yên vî welatî karîn çend gundên dine derûdora Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Hinek ji avahiyên saziyên başûra rojhilata Teleferê jî duh pêncşemê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bûn.

Hatiye ragihandin 30 hezar ji xelkê Iraqê li nav Teleferê ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê dorpêç bûne.