Navça sisyane Teleferê jî azad bû
Hêzên iraqî li roja şeşane operasiyona azadkirina Teleferê karîn navça El-Muelimîn jî ji destê terorîstan azad bikin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Hêzên iraqî yên dije terorê li roja şeşane operasiyona azadkirina Teleferê îro îniyê karîn navça El-Muelimîn jî ji destê terorîstan azad bikin ku ev navça sisyane li nav vî bajarî ku tê azadkirin.
Bingehekî eskerî li nav Iraqê ragihand; Hêzên dije terora vî welatî karîne niha bigehêjin derwazeyên navça El-Nidai û hêzên polîsê federale Iraqê jî dêwamê didene paqijkirina navçên mayî yên El-Wehde li nav Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê.
Herwisa yekîneyên hêzên eskerî yên taybete Iraqê jî ber bi navça El-Rebiye li rojavaya Teleferê li halê pêşketinê ne.
Duh pêncşemê jî hêzên iraqî bi palpiştiya hêzên gelanî yên vî welatî karîn çend gundên dine derûdora Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
Hinek ji avahiyên saziyên başûra rojhilata Teleferê jî duh pêncşemê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bûn.
.