Ji destpêka opêrasiyona azadkirina Til Eferê va 31 navçe hatine azadkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i269984-ji_destpêka_opêrasiyona_azadkirina_til_eferê_va_31_navçe_hatine_azadkirin
Fermandetiya opêrasiyona hevpar a Iraqê qala azadkirina 31 navçean ji destpêka opêrasiyona azadkirina Til Eferê heta niha kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2017 11:59 Asia/Tehran
  • Ji destpêka opêrasiyona azadkirina Til Eferê va 31 navçe hatine azadkirin

Fermandetiya opêrasiyona hevpar a Iraqê qala azadkirina 31 navçean ji destpêka opêrasiyona azadkirina Til Eferê heta niha kir.

Li gorî rapora Dêfai Press`ê, fermandetiya opêrasiyona hevpar a Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku ji destpêka opêrasiyona azadkirina Til Eferê heta niha 31 navçe ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê hatine azadkirin û 302 têrorîst bi ghulleya hêêzn iraqî hatine kuştin.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, hêêzn iraqî îro di dewama opêrasiyona azadkirinê Til Eferê, navçeya El Cezîreyê li rojavaya Til Eferê bi tamî ji çeteyên DAIŞ`êî istandin û gihîştine navenda vê şaristanê.

Hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqêî jî îro anku Pêncşemiyê piştî du rojan şer û pevçûna tev têrroîstên DAIŞ`ê navçeya El Xezrayê li rojilata Til Eferê bi tamî azad kirin.

Ji aliyê din va hêzên ewlehiyê û hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê du taxên El Nûr El Ewla û El Aşiq El Saniyê ji DAIŞiyan istandion û xaçerêya El keskê ber bi El mehlebiyê xistin bin kontrola xwe.

Fermandetiya op0êrasiyona azadkirina Til Eferê her wiha ragihan dku hêêzn artêşa Iraqê gundên Şêx Ibrahîm, Eyn El Wah û Hemze El Erebê ji destê têrorîstêîn DAIŞ`ê derxistin û rêzeçiyayên şêx Ibrahîmê li rojavaya Mehlebiyê jî xistin bin kontrola xwe.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di rojên dawî da karîn ku hemî gund û taxên derdora şaristana Til Eferê li rojavaya Mûsilê azad bikin û bikevin kûrahiya vê şaristanê.

Hêzên iraqî di dewama opêrasiyona azadkirina Til Eferê karîn ku navçeya El Tenekê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê derxînin.

Hadî Amêrî serokê Saziya Bedrê ya Iraqê jî ragihand ku têrorîstên DAIŞ`ê li halê têkçûnê li nav bajarê Til Eferê ne.

Wî tevî amajeya bi hevahengî û hevkariya berfireh navbera Heşdê Şeibî û hêzên artêşê, got: ``Têrorîstên DAIŞ`ê li nav bajarê Til Eferê li bereberê têkçênê ne``.

Navenda propagandaya şêrr a rêxistina Heşdê Şeibî got ku navbera hêzên çekdar êmn Iraqê û Heşdê Şeibî heta navenda bajêr tenê 250 mitr e.

Bi gihîştina hêêzn çekdar û Heşdê Şeibî bo keleha Dîrokî ya Til Eferê ku li navenda vî bajarî ye û azadkirina vê taxê, ev bajar di pratîkê da hatiye azadkirin.